Mekteba Sîyasî ya YNKyê derbarê kongireyê dicive

Biryare evro Meketeba Sîyasî ya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) derbarê lidarxistina kongireya çarema wê hizbê û çend pirsên din bicive li mala Kosret Resûl, cêgrê sekiretêrê giştî YNKyê li Silêmanîyê.

K24- Hewlêr

Letîf Şêx Ûmer, gotebêjê Mekteba Sîyasîya YNKyê bi malpera fermî ya hizba xwe ragehandîye: Di civînê de behsa pêşveçûna karên lidarxistina kongireya YNKyê, rewşa Herêma Kurdistan, Îraq û deverê dihêt kirin.

 Amaje bi wê yekê jî da, ku li gel nêzîkbûna dema kongireya YNKyê mekteba sîyasî rojane dê bicve.

Ev di demekê de ye, biryare di destpêka meha dahatî de, YNK çarem kongireya xwe lidarbixe. Wek berpirsê ewê hizbê jî dibêjin: Dixwazin arîşeyên navxweyî yên YNKyê di kongireyê de çareser bikin. Hevdem çend rojin behsa gîrokirina kongireya YNKyê di nav kadir, endam û alîgirên wê hizbê belav bûye û pişkek ji wan nîgarnîya xwe ji dawîxistina kongireyê nîşan dane.