HDP pêşwazî li serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê dike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê bi girîngî pêşwazî dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya dêplomasî û danûstandinê girîng dibînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê bi girîngî pêşwazî dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya dêplomasî û danûstandinê girîng dibînin.
Berdevkê HDPê Gûnay Kûbîlay di derbarê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û danûstandinên wî yên digel berpirsên pilebilind ên wî welatî de, li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: Ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya dêplomasî û danûstandinê girîng dibînin.
Berdevkê HDPê Gûnay Kûbîlay got: Aşitî û demokrasiya Rojhilata Navîn, aramanca me ya siyasî ye. Lewma em ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû danûstandin û rêyên dîplomasiyê girîng dibînin.
Herwiha got: Ji ber vê yekê em serdana Mesrûr Barzanî di asta rexnekirinê de nabînin. Lê em hêvî dikin serdana Mesrûr Barzanî bibe sedema dawîbûna şerê li Sûriyê û siyaseteke aştîxwaz.
Kûbîlay dibêje: Em hêvî dikin ev serdan ji bo azadî û aştiya xelkên Sûriyê û bakurê Sûriyê ku bikaribin çarenivîsa xwe bi azadî diyar diyar bikin, pêngavek be. Em hêvî dikin ev serdan di vê çarçoveyê de pêk hatibe.
S. B