Çekdaran mala hunermend Mizgîn Tahir li Serê Kaniyê şewitand
Mala hunermenda Kurd Mizgîn Tahir li Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve hat şewtandina.
K24 – Navenda Nûçeyan
Mala hunermenda Kurd Mizgîn Tahir li Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve hat şewtandina.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, grûpên çekdar li bajarê Serê Kaniyê mala hunermend Mizgîn Tahir şewitandibû.
Di vê derbarê de Mizgîn Tahir ji K24ê re diyar kir, ew grûpên çekdar bi zanîn mal û pirtûkxaneya me dişewitînin û dema kiryarê wiha dikin, diyar dikin ku ew çendî hêzên tarî ne. Ew bi van kiryaran dixwazin nasnameya me bişewitînin.