Cotyar Adil: Ji destûra niha ya Iraqê baştir neyê nivîsandin

Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê: Dixwazin ji bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê rêk bikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê: Dixwazin ji bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê rêk bikevin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê rewşa Iraqê û egerên guhartina destûrê de ji K24ê re ragihand, her çi ji xelkê Iraqê re baş be, ew bi wê re ne. Lê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e, ji vê destûra Iraqê ya heye baştir neyê nivîsandin û divê perensîpên tewafiq were girtin û mafên Kurd bêne parastin.

Amaje bi wê da, her pêşhateke were kirin, wê demê ewê lêkolînê li ser bikin.

Derbarê hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewla çareserkirina pirsgirêkan û rêkeftina bi Hikûmeta Iraqê de ye û ji bo desteberkirina mafên xelkê Kurdistanê ew dixwazin bi Hikûmeta Iraqê bigihin rêkefinê.  

 

S. B