Aliyên baş û xirap ên guhartina destûra Iraqê tên guftûgokirin
Li bajarê Silêmaniyê derbarê guhartina destûra Iraqê de, panelek bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Silêmaniyê derbarê guhartina destûra Iraqê de, panelek bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe.
Di destpêka panelê de, Wezîrê Herêmê bo Danûstandina Ligel Bexdayê Xalid Şiwanî ragihand, hewlek li Iaqê heye, dixwaze xirapiya rewşa Iraqê û xirapiya birêvebirin û gendeliyê bixin stûyê destûrê.
Ragihand jî, heger guhartina destûrê ji bo çaksaziyê be, em pêşwaziyê lê dikin, lê heger ji bo armanceke din be û li ser bingeha binpêkirina mafên Kurd be, em wê red dikin.
Amaje bi wê jî da, divê Kurd yekdeng û yekhelwest be û ji bo vê armancê çend komîte li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Duyem yê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad ragihand, hin aliyê siyasî li Iraqê hene, ji madeyên destûrê poşman bûne û dixwazin bi riyekê wê biguhêrin.
Ragihand jî, Iraq wek parêzgehekê serederiyê bi Herêma Kurdistanê re dike, heger Kurd yekdeng nebe, dê rûbirûyî metirsiyên mezin bibe.
Panel beşdariya Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil û çend berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pisporên yasayî birêve diçe.
S. B