Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa DAIŞê li ser Kuleco peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Çendên car in me hişyariyê daye, ku pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya şeva bûrî li ser nahiya Kuleco belav kir û ragihand, çendên car in me hişyariyê daye, ku pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam be.
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: Mixabin şeva bûrî di encama êrîşa teroristên DAIŞê li ser bajarokê Kuleco ya ser bi Kifrî ve, rêvebir û du endamên asayişê şehîd bûn û çend karmend jî birîndar bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbatan şehîdan dike û hêvîdar ji xwedêyê mezin dike, wan şehîdan di bihuştê de şad bike û hêviya çakbûnê jî ji birîndaran re dixwaze.
Mesrûr Barzanî di beşeke din peyama xwe de dibêje: Ev êrîşa teroristên DAIŞê, nîşan dide ku ev rêxistina terorê hîna bi temamî nehatiye jinavbirin. Me di vê derbarê de çendîn car in hişyarî daye, ji ber vê pêwîst e civaka navdewletî bi hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam be, ji bo rûbirûbûna DAIŞê karê ji bo nehîştina hokarên dibin sedema serîhildan û çalakbûna vê rêxistia teroristan.
S. B