Sibe şanda Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê dike

Sibe careke din şanda Hikûmeta Herêmê diçe Bexdayê û derbarê rêkeftinê û hûrgiliyên darayî guftûgoyê bi berpirsên Hikûmeta Iraqê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê radigihîne, sibe careke din şanda Hikûmeta Herêmê diçe Bexdayê û derbarê rêkeftinê û hûrgiliyên darayî de guftûgoyê bi berpirsên Hikûmeta Iraqê re dike.

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêde Sebah ji K24ê re ragihand, sibe şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din serdana Bexdayê dike û bi hêviya parastina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê, guftûgo berdewam dibin.

Got jî: Di guftûgoyên rojên bûrî de, li ser pirsa petrolê gihîştin rêkeftinê û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi wê babetê yekalî bûye û sibe behsa hûrgiliyên rêkeftinê di warê darayî de dikin.

Omêd Sebah ragihand jî, pêdagiriyê li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, mafên destûrî yên Pêşmerge ş mafê Herêma Kurdistanê ji budceyê dikin.

Amaje bi wê jî da, li ser rasperdeya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî kar li ser wê hatiye kirin, di dema hatina projeyasya budceyê bo Parlemana Iraqê, hevahengiya me ya zêdetir bi firaksiyonên Kurdistanî re hebe, ji bo ew hemû berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin.

 

S. B