Helmeta berengarbûna gendelîyê li Hewlêrê hat ragehandin

Hevdem li gel roja cîhanîya berengarbûna gendelîyê, li Hewlêrê helmeta berengarbûna gendelîyê hat ragehandin û parêzgarê Hewlêrê jî dibêje: Hewil didîn di rêza pêşîyê de bîn bo rûbirûbûna gendelîyê.

K24- Hewlêr

Hevdem li gel roja cîhanîya berengarbûna gendelîyê, li Hewlêrê helmeta berengarbûna gendelîyê hat ragehandin û parêzgarê Hewlêrê jî dibêje: Hewil didîn di rêza pêşîyê de bîn bo rûbirûbûna gendelîyê.

 Firset Sofî, parêzgarê Hewlêr di konfiranseke rojnamevanî de ragehand: Hewlêra paytext hatîye dîyarkirin daku di dema zêdetir ji Hefteyekê de, hejmareke çalakîyên peywest bi roja cîhanîya gendelîyê encam bide. Em li parêzgeha Hewlêrê tevî piştîvanîyê bo desteya destpakîyê bo berengabûna gendelîyê, li vir radigehînim li ser asta parêzgehê hemû şîyan xwe bikar dihînîn bi hemû dezgehên xwe ve û bi he re destan dixîn nav destên hev bo encamdana çaksazîyê û rûbirûbûna gendelîyê û parêzvanîkirinê ji serwet û saman û mulk û malên giştî.

Got jî: Gendelî yeke ji arêşe yên mezin ku hevrûşî dezgehên me bûye, ji bo ku berengarî wê bibîn divê bi hemû biwêrîyekê ve evî şerî bikîn  û her rojekê jî evî şerî gîro bikîn dijwartir dibe.

Firset Sofî ragahend jî: Wek çawa di bernameya kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê di çenda xalan de bi ruhinî û zelal rûbirûbûna gendelîyê hatîye ragehandin.

Parêzgarê Hewlêrê tekez jî kirîye, wek parêzgeha Hewlêrê, hewil didîn di rêza pêşîyê de bîn bo cîbicîkirina wan xalên di bernameya hikumetê de hatîne, ji şefafîyet, nilkeçbûna yasayê û pabendbûn bi pirênsîpên çavdêrîya darayî, desteya destpakîyê û dawerîyê.