Firat: Hêvîdar in Serdana Mesrûr Barzanî bibe sedema aştiyê
Karvedanên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê didomin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karvedanên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê didomin.
Nevîyê Şêx Seîd û endamê rêveberîya HDPê Dîyadîn Firat ji K24ê re serdana Mesrûr Barzanî nirxand û got: “hewce ye pirsgirêk bi rîya diyalog û çûnûhatinê bên çareserkirin.”
Firat got: Çûnûhatin bo dewletan baş in. Hewce dike pirsgirêkên xwe, fikr û ramanên xwe bi hev ra parve bikin. Ev yek ji bo her kesî lazim e. Ji bo ku prosyekê nû dest pê bike ev yek pêwîst e. Li Tirkiyê êdî dewlet û desthilatdar ketine tengasîyekê mezin."
S. B