Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê gehişte Bexda
Berî niha şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê gehişte Bexda û biryare pirsa petrol û pişka Herêma Kurdistanê ji budce ya Îraqê li gel berpirsên Bexdayê gotûbêj bikin.
K24- Bexda
Berî niha şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê gehişte Bexda û biryare pirsa petrol û pişka Herêma Kurdistanê ji budce ya Îraqê li gel berpirsên Bexdayê gotûbêj bikin.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexda ragehand: Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel wezîrê darayî ya Îraqê dê kom bibe û armanc ji seredana şanda Herêma Kurdistanê rêkkevtina dawîyê ye li gel hikumeta Îraqê.
Got jî: Şanda hikumeta Herêmê pirsa petrol û budce ya Kurdistanê li gel berpirsên Îraqê gotûbêj dike.
Berê jî, Dr. Vîyan Sebrî, seroka firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê di Civata Nwênerên Îraqê de, bi Kurdistan24 re ragehandibû: Evro şanda hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê behsa rêkkevtina dawîyê dikin û evê carê rêkkevtina di navebera Hewlêr û Bexdayê de rêkkevtinek konkirîtî dibe.