Daişê li Gulale û Xaneqîn hêriş kirin ser hêzên Îraqê
Şeva burî, çekdarên Daişê li sinûrê germîyan hêriş kirin ser hêzên Îraqê. Li gor zanîyarîyan çend çekdarên Heşda Şeibî Hatîne kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
K24- Hewlêr
Şeva burî, çekdarên Daişê li sinûrê germîyan hêriş kirin ser hêzên Îraqê. Li gor zanîyarîyan çend çekdarên Heşda Şeibî Hatîne kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Germîyan ragehand: Şeva burî, çekdarên Daişê li sinûrê qeza Xaneqîn û nahye ya Gulale hêriş kirin ser hêzên Îraqê.
Li gor zanyarîyên nûçegehanê me, çekdarên Daişê li sinûrê nahye ya Gulale (Celewla) hêrş kirine ser gundê Islah û şer di navbera hêzên Îrqî û çekdarên Daişê de rûda.
Nûçegehanê me ragehand: Ji alîyekê dî ve, Daişê li devera Neftxane li başûra Xaneqîn hêrş kirin ser hêzên lîwa 20 a Heşda Şeibî, hevdem li devera Îmam Weys ku dikeve di navbera Xaneqîn û Dîyala, Daişê hêriş kirîne ser hêzên Heşda Şebî.
Li gor wan zanîyarîyên bi dest nûçegehanê Kurdistan24 kevtîne, li devera Neftxane 4 çekdarên Heşda Şeibî hatîne kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.