HSDê amara şerê 24 demjimêrên bûrî ragihand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin li ser gundê Til Temir û Eyn Îsayê de, 5 çekdar hatine kuştin û 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de amarên 24 demjimêrên bûrî yên êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdaran li ser gundên Til Temir û Eyn Îsayê de ragihand.
Diyar kir, Artêşa Tirkiyê û çekdaran êrîşî gundên Erîşa û Til Mihemed yên Til Temirê bi piştevaniya firokeyên bêfirokvan êrîş kirin û bi dijwarî topbaran kirin.
Li gundewarê Eyn Îsayê jî, Artêşa Tirkiyê û çekdaran gundê Qizelî topbaran kir û êrîşî gundên Kefîfa û Sarûnc kirin.
Di encama êrişên çekdaran, 5 çekdar hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn. herwiha 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.
S. B