Çekdaran Til Rifatê topbaran kir.. 9 sivîl şehîd bûn

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve naveoda bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê topbaran kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve navenda bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê topbaran kir, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve navenda bajarê Til Rifatê bi 2 topan armmac kirin, ku topek li nêzîkî xala Heyva Sor a Sûrî ket û topa din jî li nêzîkî geraca bajêr ket.

Da zanîn jî, di encama her du topan de 9 welatî şehîd bûn, ku piraniya wan zarok in û 12 kes jî birîndar bûn, birînên hin kesan jî giran e.

Bajarokê Til Rifatê dora 25 K.M li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve zêdetir ji 200 hezar Efrînî derbiderî Til Rifat û derdora wê bûne.

 

S. B