Xesro Goran: Her çareseriyek li derveyî destûrê be, dê rewşa Iraqê aloztir bike
Di serdema Adil Ebdil Ebdilmehdî de, Kurd pêngavekê li Bexdayê bi pêş ve çûbû, lê ne diyar e piştî Ebdilmehdî rewş di berjewendiya Kurd de dibe yan na.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pirsgirêkên Iraqê tundtir dibin, Parlemana Iraqê jî destkişandina Adil Ebdilmehdî pesend kir. Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje: Ne diyar e piştî Adil Ebdilmehdî kî dibe Serokwezîr, lê her kesê bê, divê Kurd guftûgoyên xwe bi wî re berdewam bikin.
Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî ji K24ê re ragihand, “Her kesê bibe Serokwezîrê Iraqê, rûbirûyî daxwazên xelkê û bicihkirina destûrê dibe. Em li Herêma Kurdistanê pêwîst e amade bin, ji bo her kesê bibe Serokwezîr, guftûgoyên bi hikûmeta Adil Ebdilmehdî re destpê bûbûn, bi wî re temam bikin.”
Tekez kir jî, pêwîst e ji bo vê qonaxê, Kurd yekhelwest be û firaksiyonên Kurdî jî li Bexdayê bi yekdengî berevaniyê li mafên xwe bikin.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ji K24ê re got: Her çareseriyek li derveyî destûrê be, pirsgirêkan derdixe û rewşa siyasî aloztir dike. Ewê ji Kurd tê xwastin ew e, yekrêz û yekgirtî bin.
Di serdema Adil Ebdil Ebdilmehdî de, Kurd pêngavekê li Bexdayê bi pêş ve çûbû, lê ne diyar e piştî Ebdilmehdî rewş di berjewendiya Kurd de dibe yan na, ji ber ku ta niha dahatiya prseya siyasî li Iraqê ne diyar e.