Birîndarên xwenîşandanên Îraqê li Herêma Kurdistanê dihên çareserkirin

Xwenîşandanên Îraqê rewşa bajarên wî welatî aloz kirîye û hebûna wê hejmara mezin ji birîndaran jî, di şîyana nexewşxaneyan de nîne û çareserkirina wan sinûrdar dike. Herêma Kurdistanê amadeyî ya xwe nîşan da bo çareserkirina birîndarên xwenîşandanan.

K24- Hewlêr

Di demekê de, hikumeta Herêma Kurdistanê, hemû amadekarîyek kirîne bo pêşwazîkirinê ji birîndarên xwenîşandanên Îraqê. Heya niha hejmareke ji wan birîndaran hatîne veguhaztin bo nexweşxaneyên Herêmê. Macid ku yeke ji wan birîndarên ji Bexdayê hatîye veguhaztin bo Hewlêrê. Bavê macid dibêje: Rewşa Kurê min gelek xirab bû. Naçar bûyîn wî veguhêzîn bo Hewlêrê û niha saxelmîya wî başe û çareserîya pêwîst ji wî re hatîye kirin.

Derbarê rewşa Îraqê jî got: xelkî dadperewerîyê bo xortên me dixwazin, lê bi sedema daxwazkirina dadperwerîyê ve canên lawên me  kevtîne di metrsîyê de. Çar hefteye kurê min di rewşeke xirab de ye, lew naçarbûm wî veguhêzim bo Herêma Kurdistanê.  Nekarim behsa tevaya nujdar û karmendên nexweşxaneyê bikim ka çend mandî bûn li gel me. Niha rewşa saxlemîya kurê min baştire. Supas bo Herêma Kurdistanê ku di hemû rewşeke xirab de alîkarîya me kirîye.