Mesrûr Barzanî bi şanda Herêmê ya ji bo guftûgoya bi Hikûmeta Iraqê re dicive
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgokirina pirsa budceya sala 2020 bi Hikûmeta Federal a Iraqê re civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgokirina pirsa budceya sala 2020 bi Hikûmeta Federal a Iraqê re civiya.
Di civînê de, serok û endamên şandê hûrgiliyên rêkeftina di bin çavdêriya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budce hatibû encamdan, pêşkêş kirin.
Şandê amaje bi wê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser pirsa budceya sala 2020ê gihîşt derencamên dawiyê. Ev jî yekem car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budceya federal de amade dibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvîdar e ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksiyonên Kurdistanî û firaksiyonên din ên Parlemana Iraqê dike, di qonaxa dahatî de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.
S. B