Artêşa Tirkiyê û çekdaran ve gundên Efrînê dan ber topan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin.
Jêderên navxweyî dan zanîn, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar îro derdora gundên Soxanek û Aqîbê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin û ziyanên madî gihîştin dar û zeviyên xelkê.
Navçeya Şêrewa ya Efrînê li rojavayê Efrînê ye û dema dagîrkirina Efrînê de, 12 gundên wê navçeyên yên li nêzîkî her du bajarokên Şîenişîn Nubil û Zehrayê di destê YPGê û artêşa Sûriyê de man, her car ji aliyê çekdaran ser bi artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin.
Ev topbarana li ser gundên navçeya Şêrewa piştî wê yekê te, duhî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran nava bajarokê Til Rifatê topbaran kiribûn û di encamê de 10 kesên sivîl şehîd bûbûn û 10 kesên din birîndar bûbûn, ku ji nava şehîd û birîndaran 16 kes zarok bûn.
S. B