Macron: Tirkiye li dijî Kurdên bi me re şerê DAIŞê kirine rawestiye
Serokê Fransa Emmanuel Macron daxwaz dike Nato pênaseyekê nû ji bo terorê hebe û dibêje, Tirkiyê li dijî Kurdên ku mil bi milê me şerê DAIŞê kirine, rawestiyaye û hin caran bi çekdarên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene jî jar kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa Emmanuel Macron radigihîne, Tirkiyê li dijî Kurdên ku mil bi milê me şerê DAIŞê kirine, rawestiyaye û hin caran bi çekdarên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene jî kar kiriye.
Serokê Fransa Emmanuel Macron li Londonê li perawîza Lûtkeya NATOyê ligel Serokê Amerîka Donald Trump civiya û ragihand, pêwîst e Nato ji îro û şûn ve hevpeyman û dijminên xwe diyar bike.
Serokê Fransa Emmanuel Macron daxwaz dike Nato pênaseyekê nû ji bo terorê hebe û dibêje, Tirkiyê li dijî Kurdên ku mil bi milê me şerê DAIŞê kirine, rawestiyaye û hin caran bi çekdarên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene jî kar kiriye.
Serokê Fransayê diyar kir jî, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê mane.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞî hatine desteserkirin û niha çekdarên wê rêxistinê petrol û xak di destê wan de nemane.
S. B