Nimet Dawûd: Serok Barzanî ji guhartina demografî dilgiran e

Endamê şanda ENKSê bo hevdîtina bi Serok Barzanî re ragihand, Serok Barzanî ji plana guhartina demografî nîgeran e û Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe bo rawestandina vê planê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê şanda ENKSê bo hevdîtina bi Serok Barzanî re ragihand, Serok Barzanî ji plana guhartina demografî nîgeran e û Herêma Kurdistanê hemû hewlên bo rawestandina vê planê dide.  

Endamê Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd li ser civîna şanda ENKSê bi Serok Mesûd Barzanî re ji K24ê re ragihand, rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê ji piştî êrîşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ku bi sed hezaran xelk koçber û derbider bûn û kiryarên grûpên çekdar ên bi dermafê welatiyan dikin û hewlên guhartina demografî hatin guftûgokirin.

Li ser helwesta ENKSê derbarê grûpên çekdar de, Nimet Dawûd got: ENKS bi ti carî grûpên çekdar yên bi artêşa Tirkiyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, wek hêzeke Sûrî ya niştimanî nabîne. Îtîlaf jî ne bi destê wê ye ku piştevaniyê li wan dike. Ew grûpê kiryarên gelekî xirab bi ser miletê me de dikin.

Amaje bi wê da, Hewleke cidî bo guhartina demografiya Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Kiryarên grûpên çekdar û plana guhartina demografî ji pêşîneya kar û xebata ENKSê ye.

Diyar kir jî, Serok Barzanî jî ji plana guhartina demografî dilgiran e û diyar kir dê helwesta Herêma Kurdistanê jî di derbarê vê planê de hebe û hemû hewlên bo rawestandina vê planê didin.

Endamê Serokatiya ENKSê diyar kir, şandeke ENKSê di rojên pêş de bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive û 2 mijarên wê yên sereke hene ku bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re guftûgo bike, yek rawestandina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin, ya duyem jî, piştevaniya Rûsya ji daxwazên Kurd re di civînên Komîta Destûrî ya Sûriyê de ye.   

 

S. B