Civata Wezîran encamên danûstandinên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dike
Evro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî, cêgrên serok wezîran dê kom bibe û çend pirsên giring gotûbêj bike û derbarê encamên danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê li gel hikumeta Îraqê û piroje ya budceya 2020 gengeşe dikin.
K24- Hewlêr

Li gor wan zanyarîyên Civata wezêran daye mêdyayan, Civata wezîran encamên danûstandinên hikumeta Herêma Kurdistnê û hikumeta fedral derbarê piroje ya budce ya 2020 pêşkeş dike , hevdem arêşe û astengên Eliktrîkê û piroje yasayekê jî gotûbêj dike.