Encûmena Wezîran rêkeftina Hewlêr û Bexdayê guftûgo kir

Di civînê de çend pirsên girîng û encamên danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Îraqê û piroje ya budceya 2020ê hatin guftûgokirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bidawî hat û tê de çend pirsên girîng û encamên danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê  li gel Hikûmeta Îraqê û piroje ya budceya 2020ê hatin guftûgokirin.

Li gor zanyariyên li Encûmena Wezîran ji medyayê re hatine ragihandin, di civînê de behsa pirsgirêk û astengiyên li pêş elektirîkê û projeyasaya wê hatine guftûgokirin.

Derbarê danûstandinên di navbera Herêm û Bexdayê de, duhî Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgo bi Hikûmeta Federal re taybet bi pirsa budceya sala 2020an civiyabû û serok û endamên şandê hûrgiliyên rêkeftina di bin çavdêriya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budce hatibû encamdan, pêşkêş kirin.

Şandê amaje bi wê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser pirsa budceya sala 2020ê gihîşt derencamên dawiyê. Ev jî yekem car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budceya federal de amade dibe.

Di civînê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwast, ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksiyonên Kurdistanî û firaksiyonên din ên Parlemana Iraqê dike, di qonaxa dahatî de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.

 

S. B