Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa DAIŞê nîşan dide, gefa terorê bidawî nebûye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir, DAIŞ bidawî nebûye û hîna ew li ser aramî û ewlehiyê gef e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir, DAIŞ bidawî nebûye û hîna ew li ser aramî û ewlehiyê gef e.

Şeva bûrî li gundê Deke yê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge birîndar bûn.

Di wê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hat: Êrîşa DAIŞê li dijî Lîwayeke Pêşmerge li Xaneqînê û zincîre êrişên terorîstî yên çend mehên bûrî li deverên derdora Kerkûk û Germiyanê, nîşan didin ku DAIŞ hîn bidawî nebûye û li ser aramî û ewlehiyê gef e, şerê jinavbirina wî dijminê mirovahiyê hîn jî didome.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê xwe de dibêje: Em silav û hurmetên xwe bo giyanê pakê ê wan şehîdên nemir dişînin ku di şikandina êrişên de canê xwe ji dest dan, her wiha arizûya başbûnê ji birîndaran re dixwazin û destxoşiyê li pêşmergeyên qehreman dikin. Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge û hêzên din yên çekdar yên Kurdistanê mîna her car bo şikandin û bersivdana her cure êrişeka terorîstî û parastina xak û xelkê Kurdistanê amade ne.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike: Em careke din tekezî li ser wê yekê dikin ku DAIŞ hîn jî gef e li ser aştî û aramiya Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê. Em piştrast in kuew rêxistina terorîstî mijûlî xwe aktîfkirinê ye û li benda firsendekê ye êrişên xwe yên terorîstî berfireh bike. Ji ber wê jî lazim e hevpeymaniya dijî DAIŞê bi germahiya berê li ser operasyonên xwe berdewam be ji bona ku terorîst nekarin rewşa aloz ya Iraq û Rojhilata Navîn bikar bînin. Bila hewl bê dayîn aloziyên Iraqê zûtir bên çareserkirin û aramî vegere welêt.

 

S. B