Xaneqîn.. di dema 5 rojan de Daişê 8 hêriş encamdane

Kurdistan 24 wê baregeha hêza Pêşmerge, ewa şeva burî Daişê hêriş kirîye ser û di encam de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 yên din jî birîndar bûn. Çîroka wê hêrişê ji zimanê Pêşmergeyên wê baregehê dibihîstîn.

K24- Xaneqîn 

Şemal Ebdullah, efserê Pêşmerge, behsa çawanîya wê hêrişê dike ku ji 4 alîyan ve hêriş kirine û di dawîyê de Pêşmerge şîyan wê hêrişê têkbişkînin.

Hevdem ew Pêşmergeyên ku di nav şer de bûn,behsa wê yekê dikin, Daişê sûd li rewşa xiraba seqayê wergirt, lew çekdarên wê rêkxistîyê gelek ji baregehên me nêzîk bûn, lê Pêşmergeyan gelek bi tundî ew hêriş têkşikandin.

Şeva burî,bi sedeam hêrişeke çekdarên Daişê bo ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sinûrê Xaneqîn 3 Pêşmerge Şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.  Di 5 rojên burî, Daişê li sinûrê Xaneqîn 8 hêrişên çekdarî encam dane.