Hêzên zêdetirên Pêşmerge gehiştin Germîyan

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, fewcên lîwa 16 ya Pêşmerge ber bi çeperên pêş ve yên berevanîyê li sinûrê germîyan livand.

K24- Hewlêr

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, fewcên lîwa 16 ya Pêşmerge ber bi çeperên pêş ve yên berevanîyê li sinûrê germîyan livand.

Nûçe gehanê Kurdistan24 li germîyan, derbarê livîna hêzên Pêşmerge, got: Piştî hêrişa çekdarên Daişê û şehîd bûna hejmareke Pêşmergeyan, wezareta Pêşmerge biryar daye hêzên zêdetir bişîne wê deverê bo tundkirina çeperên berevanîyê.

Got jî: Cêgirî serokê Herêmê, Ceifer Şêx Mistefa serperiştîya livandina wê hêzê kirîye.

Xuya kir jî, ew hêza hatîye şandin bo wê deverê, pêdivîyên serbazî pê re ne û ji niha û paş ve di erkê de dibin bo berengarbûna metirsîyê terorê li sinûrê germîyan.