HDP dinav tifaqa neteweyî de be yan na?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de,10 partî û rêxistinan encamnameye van hevdîtinan ji raya giştî re eşkere kir

K24 – Navenda Nûçeyan

û Ji bo tifaq û yekitiya Kurdan, ev demek e dirêj bû li bakûrê Kurdistanê di navbera partiyên siyasî û rêxistinan de hevdîtin dihatin kirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de,10 partî û rêxistinan encamnameye van hevdîtinan ji raya giştî re aşkere kir.

Li gorî encamnameyê, dê ev 10 partî û rêxistin êdî bi navê "Xebata Tifaqa Kurdistanî" çalakiyan encam bide. Aliyên HDP'ê û hevgirtiyên wê dibêjin; tevî zext û zordariyan HDP ji bo bidesxistina mafên Kurdan li ber xwe dide.

Lê belê PAK, PSK û HAK-PAR rexneyan li hebûna HDP ya di nav xebatên yekitiya neteweyî de digirin û dibêjin; nabe ji bilî Kurdan tu kes an jî alî, di nav xebeta yekitiya neteweyî de cih bigre.

 

 

C.B