Kardaş: Me xwe radestî HDPê nekiriye

Ji bo yekitiya netewî li Bakûrê Kurdistanê, duhî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 10 partî û rêxistinan kom bûn û ragihandin, êdî ewê bi navê "Xebata Tifaqa Kurdistanî" çalakiyan encam bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo yekitiya netewî li Bakûrê Kurdistanê, duhî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 10 partî û rêxistinan kom bûn û ragihandin, êdî ewê bi navê "Xebata Tifaqa Kurdistanî" çalakiyan encam bidin.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş ji K24ê re ragihand, têgeheke şaş derketiye, ku ev partiyên bi HDPê re hevkariya netewî dikin, dest ji rê û rêbaza xwe berdidin û xwe radestî HDPê dikin, ev jî ne rast e. Kurdistan a hemû Kurdan e û ji bo wê divê em hemû bi hev bişêwirin û bi hev re biryaran bidin.

Amaje bi wê da: Niha em wek Kurd ketine rewşeke her kesek di xaknîgariya Kurdistanê de şerê xwe dike, lê Kurd hîna ne xwediyê îradeya xwe ye. Di vê rewşa ku em tê re derbas dibin, pêwîst dike ku em li hev rûnin û her partiyek bi bername û destûra xwe tevlî yekîtiya netewî bibe.

Da zanîn jî: Reng e hin tişt di nerînên siyasî yên hin partiyan de hebin em li ser wê lihev nekin. Lê em li ser wê yekê lihev dikin, di xeta netewî de wek al, dewletbûn, çand, dîrok, ziman, gel û axê de li hev dikin.

Ji aliyê xwe ve, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) ragihandin, ku ew beşdarî civînê nabin.

Di wê derbarê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, ragihand, nasnameya HDPê wek partiyeke Tirkiyeyî heye û “Tifaqa Netewî” ya Kurd/Kurdistanê ne li gor bername û nasnameya HDP ye.

 

S. B