Artêşa Sûriyê xalên nû li ser riya M4ê datîne
Artêşa Sûriyê xalên serbazî yên nû li ser riya navdewletî M4 di navbera Heleb û Hesekê de datîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê xalên serbazî yên nû li ser riya navdewletî M4 di navbera Heleb û Hesekê de datîne.
Ajansa “SANA” a fermî ya Sûrî belav kir, di çarçoveya erkên niştimanî, rûbirûbûna dagîrkeriya Tirkiyê û parastina xelkê de, artêşa Sûriyê xaline nû li ser riya navdewletî di navbera Heleb û Hesekê de danîn.
Da zanîn jî, artêşa Sûriyê hebûna li rojavayê Til Temirê berfirehtir kir û xaleke nû serbazî li çatrêya Leylan danî.
Ajansa “SANA” diyar kir jî, hefteya bûrî jî artêşa Sûriyê derbasî sayloyên Aliye û gundê Sosê li bakurê rojavayê Hesekê bû û xalên xwe bi dirêjahiya 90 K.M danîn.
Piştî 2 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, roja 11ê Cotmehê bi serperiştiya Rûsyayê şandeke HSDê li Şamê bi fermandarên artêşa Sûriyê re civiya û li ser belavbûna artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê lihev kiribûn.
S. B