Gereka dî ya serbazîya Rûsiyê li Rojavaya Kurdistanê
Gereka serbazîya Rûsiyê ji firokexaneya Qamişlo ber bi Amûdê destpêkir.
K24- Hewlêr
Gereka serbazîya Rûsiyê ji firokexaneya Qamişlo ber bi Amûdê destpêkir.
Riwangeha Suriya ya Mafên Mirov belav kirîye, evro gereka dî ya serbazîya Rûsiyê li gel hejmarekê ji otombêlên asayîşê ji firokexabeya Qamişlo ya nêvdewletî ve destpêkir ber bi bajarê Amûdê birêketin.
Li gor zanîyarîyên Riwangehê, Civînek di navbera berpirsên rêveberîya xweser û alîyê Rûsiyê li Amûdê dê birêve biçe.
Bi rîkkevtinekê bi Hêzên Suriya Demokrat (HSD) re, Rûsiya xaleke serbazî li bajarê Amûdê danîye û hêzên wê jî li wî bajêrî belav dibin.