Tirkiye û HSD.. av li hember elektirîkê
Elektrîka Girê Spî ji Bendava Tişrînê dê were dabînkirin û ava vexwarinê ya Heseke û Dirbêsiyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû birîn, careke din tê berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Elektrîka Girê Spî ji Bendava Tişrînê dê were dabînkirin û ava vexwarinê ya Heseke û Dirbêsiyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû birîn, careke din tê berdan.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê da xuyakirin, rayedarên Rûs û Tirk li Eyn Îsayê hevdîtinek encam dane û piştî civînê, elektrîka navend û gundewarên Girê Spî ji Bendava Tişrînê ya li bin kontrola HSDê tê dabînkirin.
Roja 17ê Mijdara bûr hêzeke Rûsî derbasî Bendava Tişrînê ya di navbera Minbic Eyn Îsayê de bûbû û lê bicih bûbûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê, wêstgeha avê ya Eloka ku di şer û pevçûnan de ziyan dîtibû, hatiye çakirin û pêviviya avê ya Hesekê, Dirbêsiyê û gundewarên wan deveran hatiye bicîhanîn.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê radigihîne, bi van pêşhatên dawî , ew hewl didin di herêma operasyona wan de rewşa jiyana sivîlan baş bikin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kirine û ji encamê bi sedan hezar welatiyên sivîl koçber bûne. Tirkiye jî radigihîne, ewê penaberê Sûrî yên li Tirkiyê ne, li wê herêmê bicih bike.
S. B