Asayişa Kobanê endamekî ENKSê binçav dike
Asayişa Kobanê endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Kobanê endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kir.
Jêderekî ji Kobanê ji K24ê re ragihand, hêzeke Ewlekariya Hundirîn a Kobanê (Asayiş) endamê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê Îsmaîl Mistefa duhî 7ê Berçile binçav kir, bêyî ku sedema binçavkirina wî were diyarkirin.
Îsmaîl Mistefa ji gundê Şikeft ê Kobanê ye û endamê Desteya Serkirdatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê û endamê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê ye.
Binçavkirina vî endamê ENKSê di demekê de ye, niha gelek bang û destpêşxerî ji bo yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tên kirin.

S. B