48 Malbat ji kampa Holê hatin derxistin

48 Malbat ji kampa Holê hatin derxistin di nava wan de malbatên çekdarên Daişê jî hene.

K24- Hewlêr

48 Malbat ji kampa Holê hatin derxistin di nava wan de malbatên çekdarên Daişê jî hene.

Ajansa Firans Pirês ji zmanê berpirsekê Rêveberêya Xweser veguhaztîye, ku nêzîkî 200 kes  ji kampa holê hatin derxistin û piranya wan jin û zarone û hejmareke kêm ji zlaman di nav wan de hene.

Li gor ku hatîye belavkirin, ew malbatên hanê berev gundên Hecîn, Şife û Baxozê ve çûn li parêzgeha Dêreozrê  û wek hatîye ragehandin jî, piranîya wan kesan peywendîyên wan bi Daişê re nînin.

Herweha ew berpirsê Rêveberêya Xweser gotîye jî, ku nêzîkî 300 kesên Sûrî di hefteya bûrî de ji wê kampê derketin û berev Dêrezorê ve çûne, ku bi gotina wî, bi sedema operasyonên Tirkiyê direngxistin kete di prosêsa derxistina wan de  yên ji kempê.