Xaneqîn.. gundî hoşdarîyê ji bihêzbûna Daişê didin
Gundîyên gundê Deke, li sinûrê Xaneqîn, daxwaz dikinm hêzên ewlekarîyê ser û malên wan ji metirsîyên çekdarên Daişê biparêzin. Heweha dibêjin: Daiş nêzîke wek destpêka xwe bibe hêzeke metirsîdar li sinûrê qeza ya Xaneqîn û parêzgeha Dîyala, evê yek jî bûye sedema wê yekê ku 25 gundên Kurdan bi temamî çol bibin û xelkê wê malên xwe bihêlin.
K24- Xaneqîn

Hacî Ezîz, ku xelkê gundê Deke ye, dibêje: Bi sedema metirsîyên Daişê bi dehan gun li wê sinûrê hatîne îolkirin û ew hêza Îraqê jî ku erkê paraztina wî sinûrî di stû de ye, neku tenê nekare me biparêze; lê nekare xwe jî biparêze û zû zû ji wan dibin qurbanîyên hêrişên Daişê.
Piştî 16ya Oktoberê, nêzîkî 25 gundên Kurdanli sinûrê Xaneqîn û deverên Kurdistanî yên Dîyala, bi sedema metirsîyên Daişê hatîne çolkirin. Ew gundên ku nahatîne çolkirin jî, berdewam di tirs û lerzê de dijîn. Rûniştîvanên wê deverê niha Daişê bi metirsî dizanin û bi nerîna wan heke zû amadeyî nehên kirin; Daiş dibe gefeke ciddî li ser jîyana xelkê deverê.