Li Efrînê.. Çekdarên ser bi Tirkiyê welatîyekê Kurd girtin
Çekdarên dijberîya Sûriyê welatîyekê Kurd girtin ji gundekî ser bi Cindirêsê ve.
K24- Hewlêr
Çekdarên dijberîya Sûriyê welatîyekê Kurd girtin ji gundekî ser bi Cindirêsê ve.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, ku çekdarên dijberîya Sûriyê berdewamin li ser binpêkirina mafên mirov li Efrîn li beranber welatîyên Kurd. Berî dû rojan, li gundê Eşkan li rojavaya Cindirêsê bi ser mala welatyekê Kurd dadan û ew welatî girtin bê ku sedema girtina wî eşkere bikin.
Herweha belavkirîye, ku çekdarên dijberîya Sûryê bacek sepandîye ser muxtarê gundê Hacîler û daxwaz ji wî kirîye ku 500 hezar lîreyên Sûrî radestî wan bike.