Perlemantarek: Şaswar Ebdulwahid 42 milyaran qerdarê hikumetê ye

Perlemantarek aşkera dike, kompanîyayên weberhênerên navxweyî nêzîkî 700 milyar Dînaran qerdarê hikumeta Herêma Kurdistanê ne. Di nav wan de jî, Şaswar Ebdulwahid, serokê Newey Nwê bi tenê 42 milyaran qerdarê hikumetê ye.

K24- Hewlêr

Perlemantarek aşkera dike, kompanîyayên weberhênerên navxweyî nêzîkî 700 milyar Dînaran qerdarê hikumeta Herêma Kurdistanê ne. Di nav wan de jî, Şaswar Ebdulwahid, serokê Newey Nwê bi tenê 42 milyaran qerdarê hikumetê ye.

Lîza Felekedîn Kakeyî, endama komîteya darayê di perlemana Kurdistanê de, bi Kurdistan24ê ragehand: Di salên burî de, hikumeta Herêma Kurdistanê bo vebujandina Kurdistanê, hikumeta Herêma Kurdistanê hinek pere dayne hejmareke kompaniya û weberhêneran, lê piştî çendîn salan heya niha ew pere nevegerandine bo hikumetê.

Aşkera jî kir, ku ew pere nêzîkî 700 milyar Dînar in û tenê pişka Şaswar Ebdulwahîd 42 milyar Dînare, divêt ew pere bo hikumetê bihêt vegerandin.

Got jî: Niha Şaswar Ebdulwahîd ku serokê hizbekê ye û behsa gendelîyê û çaksazîyê dike, di destpêkê de divêt ew bi xwe wê qera hikumetê vegerîne, daku hikumetê bi wan pereyan bikare keklêneke dî pir bike.

Ewê perlemantarê, amaje bi wê yekê kirîye, ku niha Firakisyona Newey Nwê di perlemanê de,  behsa wê yekê dikin ku haydarê dahata hikumetê û hûrkarîyên wê nîne, dikarin raportekê arasteya hikumetê bikin daku wan hurkarîyan bizanin  û ev yek jî kareke asayîye, lê di destpêkê de divêt ew bi xwe kêmasîyên xwe çê bikin, vêcar behsê tiştên din bikin û qerên hikumet vegerînin.

Ragehand jî: Wek komîteya darayî di perlemana Kurdistanê de me civîn encam daye, û li gel hikumetê jî mîkanîzmekê dê danîn bo vegerandina pereyan ji wan kompaniyayan.