Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 40 barhilgirên alîkariyan dişîne Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro karwana şeşemîn ku ji 40 barhilgirên alîkariyan mirovî pêk tê derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro karwana şeşemîn ku ji 40 barhilgirên alîkariyan mirovî pêk tê derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro karwaneke alîkariyan ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji 40 barhilgiran pêk tê, di deriyê sînorî Fîşxabûrê der derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Serperiştiyarê Karwanê Pîrdiyan Cafer ji K24ê re ragihand, ev karwana şeşemîn a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, ji 40 barhilgiran pêk tê. Ev hevkarî 1700 kon, 9 hezar doşek, 2600 fîlterên avê, 600 kartonên cilûbergên Zinvistanê lixwe digire.

Amaje bi wê jî da, em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, van pêwîstiyan, li gor lîsteyên ku li Rojavayê Kurdistanê têne amadekirin, peyda dikin. Pêdviya wan bi çi hebe, em jê re amade dikin.  

 

 

S. B