Grûpên çekdaran careke din derbasî sayloyên Şegirakê bûn

Çekdar ser bi artêşa Tirkiyê careke din destê xwe danîn ser sayloyên genim ên Şegirakê ya nêzîkî Eyn Îsayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdar ser bi artêşa Tirkiyê careke din destê xwe danîn ser sayloyên genim ên Şegirakê ya nêzîkî Eyn Îsayê.

Grûpên çekdar ku duhî ji sayloyên genim ên Şegirakê vekişiyabûn, îro careke din begeriyan û destê xwe danîn ser wê.

Grûpên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê roja 17ê Mijdara bûrî sayloyên Şegirakê 15 K.M li rojhilatê Eyn Îsayê kontrol kiribûn, li gorî lihevkirina di navbera artêşa Tirkiyê û Rûsya de, pêwîst bû sayloyên Şegirakê radestî hêzên Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê bihate kirin.

 

S. B