Taylor Swift di 2019an de, herî zêde pere bidest xist
Kovara Forbes di sala 2019an de navên muzikvanên, ku herî zêde pere bidest xistin e weşand
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara Forbes di sala 2019an de navên muzikvanên, ku herî zêde pere bidest xistin e weşand.
Ligor lêkolîna Forbes, ku di nav hemû beşên muzikê de û ji stranbêhan, heta stran-nivîskar, kompositor û h w d de hatiye kirin, Stranbêj Taylor Swift a ku herî zêde pere bidest xistiye ye. Swift, piştî album a xwe ya dawî û konserên di nav sale de dayî 185 milyon dolar bidest xistin e.
Lîst a heta rêz a 10an weha ye:
1.Taylor Swift (185 milyon dolar)
2.Kanye West (150 milyon dolar)
3.Ed Sheeran (110 milyon dolar)
4.The Eagles (100 milyon dolar)
5.Elton John (84 milyon dolar)
6.Beyonce (81 milyon dolar)
7.Jay-Z (81 milyon dolar)
8.Drake (75 milyon dolar)
9.Diddy (70 milyon dolar)
10.Metallica (68,5 milyon dolar)
C.B