Kurtefîlmeke Kurdî li festîvaleke navdewletî ya Îtalyayê gihîşt qonaxa dawiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlma Kurdî "Piskilêta Şîn", ji derhêneriya Siyaweş Saidpenah, di qonaxa dawiyê ya pişka kurtefîlman a gera nehê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Rieti û Sabinayê de li Îtalyayê hat hilbijartin, ku ev tevlîbûn derfeteke nû peyda dike daku sînemaya Kurdî li asta navdewletî bê nasandin.
Derhênerê wê kurtefîlmê Siyaweş Saidpenah îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Rieti û Sabinayê yek ji çalakiyên sînemayî ye ku li Îtalyayê bi rê ve diçe û armanca wê ya sereke nasandina behreyên nû yên warê sînemayê, piştgirîkirina fîlmçêkeran û avakirina derfetên peywendî û hevkariyê di navbera derhêner, nivîskarên sînemayî, aktor û pisporên wî warî de ye."
Saidpenah di derheqa birêveçûna wê festîvalê de jî got: "Ev festîval di sala 2018ê de hat damezrandin û li destpêkê bi merema bihêzkirina tevgera çandî û hunerî ya devera Rieti û Sabinayê, piştî rûdana erdhejê li wê deverê, dest bi kar kir."
Di derheqa çîroka kurtefîlma "Piskilêta Şîn" de jî, Siyaweş Saidpenah dibêje: "Ew kurtefîlm çîrokeke mirovî û civakî ye ku jiyana mamosteyekî li deverên çiyayî yên Hewramanê berçav dike. Fîlm bi rêya çîroka xwe behsa windakirin, tenêbûn, hevsozî, mirovahî û lêborînê dike û bizavê dike ku bi zimanê sînemayê jiyana mirovên deverên çiyayî û pirsgirêk û hestên wan bigihîne."
Saidpenah heriwsa got: "Ev festîval cûnên cuda cuda yên berhemên sînemayî vedigire, wekî fîlmên dirêj, kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên anîmasyon, fîlmên ku bi rêya jîriya çêkirî (AI) hatine berhemanîn û klîpên muzîkê. Herwiha xelat bi biryara lijneyeke pispor a sînemayê û dengdana bîneran ji bo berhemên tevlîbûyî tên dan."
Di derheqa xelatên girîng ên festîvalê de jî, Saidpenah got: "Di nava xelatên girîng ên vê festîvalê de, xelatên baştirîn fîlm, baştirîn kurtefîlm, baştirîn belgefîlm, baştirîn derhênan û baştirîn aktor hene."
Gera nehê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Rieti û Sabinayê di 25ê Mijdara 2026ê de li Îtalyayê bi rê ve diçe û tevlîbûna kurtefîlma "Piskilêta Şîn" di vê festîvalê de girîngiya xwe heye, ji ber ku amadebûna berhemeke Kurdî di nava berbijarên pêşbirkeke navdewletî de derfetek e ji bo zêdetir nasandina çîrok, jiyan û ezmûna mirovî li deverên Kurdî; herwiha ev tevlîbûn dengekî din ê sînemaya Kurdî digihîne bînerên navdewletî.