Hêzên Rûsî û Tirkî gereke 14emîn gera çavdêriyê dikin
Hêzên Rûsî û Tirkî 14emîn gerên xwe yên çavdêriya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê encam dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî 14emîn gerên xwe yên çavdêriya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê encam dan.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo, îro hêzên Polîsên Serbazî yên Rûsyayê û hêzên Tirkiyê gereke çavdariyê ya hevbeş li gundên Dêrbêsiyê encam dan.
Diyar kir jî, di hema dema birêveçûna gera çavdêriyê de, helîkopterên Rûsî jî li esmana wê deverê difiriyan.
Birêveçûna gerên çavdêriyê yên hêzên Rûsî – Tirkî li deverên Rojavayê Kurdistanê, yek ji xalên rêkeftina Socî ya 22ê Cotmeha bûrî di navbera Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê de ye.
S. B