Japonya alîkariyên mirovî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê dike
Ji ber krîza mirovî, Hikûmeta Japonyayê alîkariyên bi 1.4 milyon Dolar ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê pêşkêş dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber krîza mirovî, Hikûmeta Japonyayê alîkariyên bi 1.4 milyon Dolar ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê pêşkêş dike.
Li gor daxuyaniyeke Balyozxaneya Japonyayê li Şamê, hikûmeta Japonyayê dê alîkariyên di warê tenduristî, kon û kelpelên Zivistanê pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyê û dê ji bo 500 hezar kesan be û dê bi riya rêxistinên navdewletî yên di di warê mirovî kar dikin de be.
Amaje bi wê jî da, hikûmeta Japonyayê dê bi civaka navdewletî re berdewam be, ji bo başkirina rewşa mirovî û proseya siyasî ya Sûriyê.
Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û li gor amaran, zêdetir ji 300 hezar kesan derbider bûne û di rewşeke xirap di demînin.
S. B