Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê Omer Elkendirî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê Omer Elkendirî kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed El Sebah bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê de kir.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê mijareke din a vê civînê bû.