Amerîka: Me soza dewleteke serbixwe nedabû HSDê

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) radigihîne, Amerîka soz nedaye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku dewleteke serbixwe ji wan re ava bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) radigihîne, Amerîka soz nedaye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku dewleteke serbixwe ji wan re ava bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mike Esper ji rojnamevanan ragihand, Amerîka ti caran soz nedaye HSDê dewletekê ji wan re ava bike, ew ti carî li ser vê pirsê bi HSDê re neciviyane û rêkeftina wan bi HSDê re tenê ji bo şer û jinavbirina DAIŞê ye.

Ev daxuyaniya Esper piştî wê yekê tê, pêştir Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû, Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û dest deyne ser kêlgehên petrolê.

Herwiha gotibû: Amerîka daxwaz ji welatên Kendavê dike, ku weberhênanên mezin li navçeyên rojhilatê Firatê bikin, ji bo damezrandina rêveberiyeke navxweyî, ku bingeha wê HSD û YPG be.

 

S. B