K24 serdana mala wê xortê Efrînî dike ewê li Îdlibê hatîye şehîdkirin
Xortekê bajarê Efrînê ji Rojavaya Kurdistanê ji alîyê Enîya Nusre ve hat kuştin, tenê ji ber ku ew xort Kurd bû. Malabata wî xortê Kurd li Hewlêrê dijî. Kurdistan 24 serdan malabata wî xortê şehîd kir û malbata wî ji nêzîk ve çîroka şehîdkirina wî xortî vedigêre.
K24- Hewlêr

Mihemed ew Xortê Efrînî, Tenê ji ber ku Kurd bû, li Parêzgeha Îdliba Sûriyê, gulleyek li serê wî dan û ew kuştin. Xortê Kurd, Mehemd Husên, ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Enîya Nusre ve guleyekdi li serê wî dan ew kuştin.
malabta Mehemd jî piştî şerê Efrînê awereyê Hewlêrê bûne û çîroka Mihemed şîrove dikin û dibêjin, kurê wan ji ber hin belgenameyan. dixwaztî ye ji Turkiyê were Efrînê, lê ew li parzêgeha Idlibê ji aliyê Enîya Nusre ve hat girtin. Li hemberî azadkirina wî daxweza pereyan kirin. Pişt re kurê wan bi guleyekê dikujin. niha malbata navburî dixwez dikin, Termê kurê xwe li Efrînî bihêt veşartin û li cem çekdaran nemîne.
Mihemed Berî ku ji aliyê çekdaran ve bihêt kuştin, dengê xwe bi nnihênî ji malbata xwe re dişne û dibêje: Ero roja dawîya jiyana min e.
Bav û dîya wî di rewşeke derûnî ya xirab de derbaz dibin.
Ev jî ne cara yekê ye ku xortên Kurd li Rojavaiyê Kurdistanê bi vî rengî tên kuştin û dibin Qurbanî.