Akar: Me ti zarok li Til Rifatê nekuştine

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Doha Paytexta Qatarê kuştina zarokên Efrînê li Tel Rifetê înkar kir û got, wan ti zarok nekuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Doha Paytexta Qatarê kuştina zarokên Efrînê li Tel Rifetê red kir û got, wan ti zarok nekuştine.

Rojnamevanekî li Doha di konferansa rojnamevanî de ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar pirs kir "Li Tel Rifet leşkerên we 8 zarokên Kurd kuştin û Netewên Yekgirtî jî Tirkiye şermezar kir". Akar got: Ev agahî ji rastiyê dûr in, me ti zarok nekirine qurbanî, me çi arîş jî li dijî Kurdan nekiriye, ev hemû propaganda ne.

Roja 2 vê mehê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve navenda bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê topbaran kir, di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn ji nava wan 8 zarok bûn.

Akar derbarê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û gohartina demokrafîya Rojava de da zanîn, ew agahiyên we ne rast in, ew dixwezin li Sûrîyê aramî çê bibe û penaber bê ferq û cudahî vegerin welatê xwe.

Herwiha li ser pirsa “Çima penaber ne li Idlibê û li Helebê, çima dê li rojhilatê Firatê werin bicîh kirin” Akar got: Hemû penaber, dê li ser daxwaza xwe vegerin deverên aram.

 

S. B