Weşanger: Li Tirkiyê rê li ber weşanxaneyên Kurdî tê girtin
Weşanger û xwîner ji tunebûna weşanxaneyên Kurdî bi gilî û gazinc in.
K24 – Enqere
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 2yemîn Hevdîtina Pirtûkan dest pê kir. Di hevdîtina Pirtûkan da ku 50 weşanxane beşdar in ji xeynî çend pirtûkên Kurdî tu weşanxaneyekê Kurdî beşdar nîn in. Weşanger û xwîner ji tunebûna weşanxaneyên Kurdî bi gilî û gazinc in û dibêjin bi awayekî polîtîk rê li ber weşanxaneyên Kurdî tê girtin.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji alîyê Şaredarîya Çankayayê û Weqfa Lêkolînên Civakî, Çand û Hunerê TAKSAVê ve 2yemîn Hevdîtina Pirtûkan dest pê kir. Di hevdîtina Pirtûkan da ku 50 weşanxane û 80 nivîskar beşdar dibin wê ji 30î zêdetir panel, gotûbêj û rojên îmzeya nivîskaran bê sazkirin. Çawa ku di Fûara Pirtûkan ya Enqereyê da weşanxaneyên Kurdî tunebûn di vê Hevdîtina Kitêban da jî ji xeynî çend kitêbên Kurdî weşanxaneyên Kurdî tune ye ku ev yek bala xwîner û serdêrên Kurd dikşîne.
Serokê Weqfa TAKSAVê Prof. Dr. Selçuk Candansayar li ser vê babetê destnîşan dike ku ew bêyî cudahî hemû weşanxaneyan û weşanxaneyên Kurdî vexwendine lê belê ew li ser daxwaza xwe nehatine beşdar nebûne.
Prof. Dr. Selçuk Candansayar ji K24ê re got: "Bi rastî me bêyî cudahî hemû weşanxeneyên polîtîk û yên Kurdî vexwend. Lê belê ew nehatin. Li vir çend weşanxane hene ku bi pirtûkên Kurdî difroşin. Em dixwazin ku weşanxaneyên Kurdî werin vir. Sala bê bila kerem bikin werin. Derê me ji wan ra vekirî ye."
Weşanger û Pirtûkfiroşê Şirnexî Ahmed Kara jî dide zanîn ku di van salên dawî da li ser weşanxaneyên mezin ambargoyekê mezin heye û bi awayeki politik beşdarbûna wan tê astengkirin.
Di Hevdîtina Pirtûkan da nameyên destxetî yên şairên gewre yên wek Cemal Sureya, Turgut Uyar û Hasan Huseyîn Korkmazgil jî tê pêşandan û wê li ser van nameyan gotûbêj û panel jî bêne sazkirin. Nivîskar û Lêkolînerê Dêrsimî Mesut Ozcanê ku li Dêrsimê pirtûkxaneyekê bi qasî 15 hezar pirtûkî ava kirîye, dide zanîn ku di koleksîya wî da nameyên Nûrî Dêrsimî û Dr.Şivan jî heye.
Li alîyê din xwendekarên ku serdanê fuara kitêban dikin ji bihabûna pirtûkan bi gilî û gazinc in.
Xwendekar Nîlufer Andiç: "Bi giştî jixwe li Tirkiyeyê pirtûk gelekî biha ne. Li vir jî çiqas erzanî hebe jî dîsa ji bo xwendekaran biha ye. Ji loma jî ez zêde pirtûkan nastînim, lê belê ji pirtûkxaneyan peyda dikim û dixwînim."
Duyemîn Hevdîtina Pirtûkan li Navenda Hunerên Hevçax ya Çankayay Enqereyê di 13ê Kanûna Pêşîn da dest pê kir û wê heta 22yê vê mehê dewam bike.