Perlemana Kurdistanê vexwêndina yekem bo piojeyasa ya çaksazîyê dike

Evro perlemana Kurdistanê dicive û vexwînidina yekem bo pirojeyasa ya çaksazîyê dike.

K24- Hewlêr

Evro perlemana Kurdistanê dicive û vexwînidina yekem bo pirojeyasa ya çaksazîyê dike.

Li gor bernameya karê desteya serokatîya Perlemanan Kurdistanê, biryare, evro demjimêr 11:00 berî nîvro, Perlemana Kurdistanê bicive. Naveroka civînê li sê teweran pêk dihêt. Di tewerê yekekm de, perleman vexwîndina yekem bo pirojeyasa (çaksazîyê di xanenişîn, mûçe, demale, bexşîn û îmtîyazatên din) dike, ku hefteya burî Civata Wezîran pesind kir û şande perlemanê.

Tewereke dî ya civînê, dengdane li ser pêşnîyazyasa ya (rêklama Bazirganî li Herêma Kurdistan- Îraq).

 Herweha biryare di civîna evro dem perlemana Kurdistanê vexwîndina dûyem bike  bo pirojeyasa ya (madeyên hoşber û karêtêkarên Eqlî li Herêma Kurdistanê).

Duhî jî, desteya serokatîya Perlemanê û serokên firakisyonan wek amadekarîyek bo civîna evro kombûn û li gor zanyarîyan piranîya firakisyonanhevdeng bûne bo dengdanê li ser pirojeyasa ya çaksazîyê.