Eministî amara kuştîyên xwenîşandanên Îranê aşkera dike

Rêkxistîya Lêburîna Nêvdewletî Eministî ragehand, zêdetir ji 304 xwenîşanderên Îranî hatîne kuştin.

K24- Hewlêr

Rêkxistîya Lêburîna Nêvdewletî Eministî ragehand, zêdetir ji 304 xwenîşanderên Îranî hatîne kuştin.

Di nûtirîn amar de, ku evro belavkirin, Rêkxistîya Lêburîna Nêvdewletî Eministî regehandîye, bi kêmî ve 304 xwenîşander ji alîyê hêzên ewlekarîyên Îranê ve hatîne kuştin.  Ev jî di çarçoveya dawîn helmetên hikumeta Îranê ye bo damirkandina xwenîşandanên bajarên Îranê.

Rêkxistîyê amaje bi wê yekê jî kirîye, hêzên ewlekarîyên Îranê helmeteke tund bo sizadana xwenîşanderan destpêkirîye di wî welatî de. Heya niha 7 hezar xwenîşander,  çalakvanên mafên mirov û xwîndkar hatîne girtin.

Di dawîn pêla xwenîşandanên Îranê,  hevwelatîyan daxwaza baştirkirina bijêwîyê behêlana dorpêçên ser Îranê dikirin, lê di demke kêm de, hêzên ewlekarîyê şîyan dawîyê bi xwenîşandanan bihînin.