Mezlûm Ebdê: Mijara girtîyên Daişê li Cinêvê nebe nahê çareserkirin
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) raghand, mijara wan girtîyên Daişê, ewên li cem wan in, li Cinêvê nebe nahê çareserkirin.
K24- Hewlêr
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) raghand, mijara wan girtîyên Daişê, ewên li cem wan in, li Cinêvê nebe nahê çareserkirin.
Mezlûm Ebdê, fermandarê giştî yê hêzên Sûriya Demokrat (HSD) di tiwîtekê de ragehand, helbet, dosêya 12 hezar çekdarên Daişê, ewên girtî li cem HSDyê, li Cinêvê nebe û li ser mêza Neteweyên Yekbûyî nebe nahêt çareserkirin.
Bi gotina wî, çarenivîsa wan, divê di çarçoveya çareya sîyasî de be û di bin saye ya Neteweyên Yekbûyî de û bi beşdarîya nûnerên rasteqîne yên Sûrî li Cinêvê.
Duhî wezîrê derve yê Firansayê ragehandibû, ji ber rewşa Îraqê çekdarên Daişê, ewên girtî li cem Hêzên Sûriya Demokrat li wî welatî nahên dadgehîkirin û çarenvîsa wan girêdayî ye bi çareserîya sîyasîye li Sûriyê, ew jî bi serperiştîya Neteweyên Yekbûyî.