Beşar Esed: Tirkiye li gel Bereya Nusre û Daişê petrola Sûriyê firotin e
Beşar Esed, serokê Sûriya Demokrat di hevpeyvînekê de bo ajansa Fênîks a Çînî hêriş kire ser Tirkiyê û ragehand: Tirkiyê li gel hemû wan alîyan kar kirîye; ewên petrola Sûriyê firoştîne.
K24- Hewlêr
Beşar Esed, serokê Sûriya Demokrat di hevpeyvînekê de bo ajansa Fênîks a Çînî hêriş kire ser Tirkiyê û ragehand: Tirkiyê li gel hemû wan alîyan kar kirîye; ewên petrola Sûriyê firotîne.
Ragehandîye jî: Tirkiye di destpêkê de, li gel Bereya Nûsre petrola Sûriyê difirot, dû v re jî li gel Daişê ew kar dikir û niha jî li gel Emerîkayê.
Derbarê Emerîkayê jî gotîye: Emerîka bi rêya kompanîyayên taybet kar dike, wek kompanîya ya Bilak Woter li Îraq û hevşêwe yên wê. Raste Emerîkayê çend sed serbaz hene, lê bi rêya wan kompanîyayan bi hezaran kes heye.
Piştî cenga çend salî ya Sûriyê, hikumeta Beşar Esed bi piştîvanîya Rûsiya û Îranê karî di desthelatê de bimîne û bi wê yekê jî, sîyaseta Emerîkayê (Sûriya ya Bê Esed) şikest hîna, niha jî Esed, li gor axtinên wî,careka dî serokatîya avedankirina Sûriyayê dike.