Berdevkê Hîkmeyê: Çarçoveya Hevahengiyê xemxura aramî û yekrêziya navmala kurdî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Samî Cîzanî tekez kir ku hemû hêzên Çarçoveya Hevahengiyê xemxurên yekrêziya navmala kurdî û parastina Herêma Kurdistanê ne û aramiya navmala kurd wek beşek ji aramiya welêt dibînin.

Samî Cîzanî îro 17ê Mijdara 2026an, derbarê civîna şeva borî ya Çarçoveya Hevahengiyê ya ligel şandeyeke parêzgeha Silêmaniyê, ji Kurdistan24ê re got: "Hemû hêzên Çarçoveya Hevahengiyê tekezî li ser pêwîstiya parastina Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê dikin û di wê baweriyê de ne ku her ku Hewlêr armantir be, Bexda jî dê bihêztir û aramtir be."

Ev daxuyaniya Cîzanî piştî wê yekê tê, duh êvarê Çarçoveya Hevahengiyê civîna xwe ya asayî li nivîsîngeha Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî li Bexdayê û bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî lidar xist.

Piştî bidawîhatina civînê, şandeyeke parêzgeha Silêmaniyê ku ji Serokkomar Nizar Amêdî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Tevgera Newey Niwê Şaswar Ebdulwahîd pêk dihat, ligel Çarçoveya Hevahengiyê civiya.

Di daxuyaniya fermî ya Çarçoveya Hevahengiyê de tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna gotûbêj û hevtêgihiştina hevbeş ji bo bihêzkirina aramiya siyasî û dosyeya budceya giştî ya 2027an hat kirin.

Li aliyê din, peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê aşkere kir ku serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê daxwazên şandeya Silêmaniyê yên ji bo şandina budceyeke cuda û cudakirina karûbarên parêzgehê li derveyî çarçoveya Herêma Kurdistanê red kirine û tekezî li ser yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjan kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî berî gihîştina şandeyê, civîn bi cih hiştibû û ligel wan neciviyabû.